Nerin a xelk ê Enqere bo hilbijartinan

Li Tirkiyê ji bo hilbijartinên ku dê 31ê Adarê bên lidarxistin rikeberiyeke gur di navnera partiyên siyasî de xwe dide der, taybetî jî li bajarên mezin. Yek ji van bajarên herî mezin Enqereya Paytexta Tirkiyê ye ku navbera partiya deshilatdar Ak Partî û partiya muxalefeta sereke partiya Komarî ya Gel CHP de qayîşkêşaneke mezin heye. Gelo derbarê encamên hilbjartnên Enqerê de nêrînên dengdêrên Enqere çi ne? Kurdistan24ê li kolanên Enqerê mîkrofona xwe dirêjî Enqereyiyan kir.

K24- Ankara

Welatî Îlhamî mêr dibêje: Wellah ez dibêjim Mansûr Yevaş, înşellah jî dê ew serbikeve. Êdî Em dixwazin wî bibînin li Enqerê. Bila Enqere biguhere.

Welatîyek a dî dibêje: "Di hilbijartinan de hemû layen û partî sozên mezin didin lê belê ya mihim ew e ku piştî hilbijartinan ev soz bêne bicihkirin. Înşelleh dê li gorî vê yekê hilbijartinek bê kirin. Ji bo me xizmet lazim e."

Welatîyek ê din dibêje: Rikeberiyeke beramber heye lê biya min Mehmet Ozhasekî dê serbikeve. Ji ber ku dema gelê me diçe ser sindoqan guh nadin gotinan û dê bersivekê bidin. Rapirsî rastiyan nîşan nadin.

Welatîyek ê din jî dibêje: Me dixwast ku em necin ser sindoqan û boyqot bikin hilbijartinan ji ber ku her du namzedên Enqerê jî nûnertiya me kurdan nakin û me qebûl nakin. Lê belê neçarî em ê dengê xwe bidin Mansûr Yavaş.

Welatîyek a din jî dibêje: "Welleh ez difikrim ku dengê xwe nedim û neçim ser sindoqan. Ez bêbiryarim û gêrêdayî tu partiyekê jî nînim. Tu partiyek rast nabêje tenê gel dixapînin."

Welatîyek ê din jî dibêje: "Bi ya min birêz Ozhasekî dê serbikeve. Gelek projeyên wî jî hene bo bajêr kêfa min jî gelek jê tê înşellleh dê Ozhasekî serbikeve."