Efrîn: Polîsên Leşkerî Serokê Xwecihî ya ENKS girtin

Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê yên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, Serokê Xwecihiya Efrînê yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê yên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, Serokê Xwecihiya Efrînê yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê girtin.

Rêxistina mafên mirovan li Efrînê belav kiriye, Polîsên Leşkerî yên Efrînê, ku ser bi Artêşa Tirkiyê ve ye, Serokê Xwecihî ya Efrînê yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriye Husên Îbiş girtin e, û sedemê girtinê jî, eşkere nekirin e.

Jêdera navborî diyar kir, duhî jî heman hêzê, Endamê Xwecihiya Efrînê yê ENKS Mhemed Elî Rîda girtin û piştî demek ji girtinê serbest berdan.

Polîsên Leşkerî yên Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin û perwerde kirin.

 

 

C.B