Medya Erebî: Hêzên Rûsî ji bajarokê Til Rifetê vekişiyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Mêdya Erebî belavkiriye, ku Rûsya hêzên xwe ji bajarokê Til Rif'et ê bakurê Helebê vekşand û li şûna wan, hêzek zêdetir a hikumeta Sûriyê hatiye bicîh kirin.
Ligor ku hatîye belavkirin, vekşandina hêza Rûsyayê bi rêkeftinek di navbeyna Tirkiye, Îran û Rûsyayê bû ye, jiber ku digel hêzên hikumetê, li wê navçeyê, Hêzên Îranî jî dimîn in.
Ev vekşandina hêzên Rûsyayê, piştî civîna Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê tê, ku berî du rojan li Moskow civiyabûn û mijarên girêdayî Sûriyê gotûbêj kiribûn.
Jibilî Hêzên Rûsî, Îranî û yên hikumeta Sûriyê, YPG jî li wê navçeyê belav dibe .
C.B