Dengvedanên êrîşa ser Kemal Kilicdaroglu

Li Tirkiyê Dengvedanên derbarê êrîşa li dijî serokê Giştî yê Partiya komarî ya Gel CHPê Kemal Kilicdaroglu berdewam dikin. Piştî nerazîbûnên partiyên siyasî û alîgirên CHPê ev mijar ji aliyê saziyên mafê Mirova jî ji nêz ve tê şopandin. Li gorî rayedarên komeleya Mafê Mirovan bêdengoya muxalefatê ya li dijî êrîşên ser Kurdan dibe sedem ku deshilat zêdetir êrîşan bike. Welatî jî dibêjin bila dev ji zimanê cudageriyê be berdan.

K24-Anqara

Li Tirkiyê Dengvedanên derbarê êrîşa li dijî serokê Giştî yê Partiya komarî ya Gel CHPê Kemal Kilicdaroglu berdewam dikin. Piştî nerazîbûnên partiyên siyasî û alîgirên CHPê ev mijar ji aliyê saziyên mafê Mirova jî ji nêz ve tê şopandin. Li gorî rayedarên komeleya Mafê Mirovan bêdengoya muxalefatê ya li dijî êrîşên ser Kurdan dibe sedem ku deshilat zêdetir êrîşan bike. Welatî jî dibêjin bila dev ji zimanê cudageriyê be berdan.

Li Tirkiyê Karvedanên êrîşa li dijî serokê Gişti yê partiya Komarî Ya Gel CHPê Kemal Kilicdaroglu berdewam dikin. Piştî ji aliyê rêveberiyên CHPê ve li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistan çalakiyeke hevbeş ya nerazîbûnê hat e li darxistin, parlemnterên CHPê jî ji bo ku ev bûyer bê lêkolînkiirn daxwaznameyek ji bo serokatiya parlemntoyê şandin ku lijneyek ji bo zelalkirina vê mijarê bê avakirin.

Ev mijar di rojeva komeleyên mafê mirovan de ye jî û rayedarê Komeleya Mafê Mirova Hûsnû Ondûlê ku êrîşa dijî Ehmed Tirk bibîr tîne dibêje li ser tune hesibandina Kurdan û gurbûna aloziyan muxalefet û deshilat zimaneke hişk bikar tînin.

Hûsnû Ondûl -Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan, got: Tundiya di nava welêt, êrîşên li dijî dayîkên aşitiyê û dijî serokê CHPê di nava civatê de rê li ber şikestin û hêrseke mezin vekiriye. Di sala 2010an de li dijî serokê DTPê Ehmed Tirk jî êrîşek pêk hatibû. Deshilat û muxalefet bêdeng mabûn. Îro jî Muxalefet li dijî êrîşên ser Kurdan bêdeng dibe û Deshilat jî her ku diçe li dijî Kurd û muxalefetê gefên xwe zêde dike. Ev rewşa heyî berdewam bike dîsa li ser Kurdan dê bûyerên ne xweş xwe bidin der û aloziyên dilşewat dê rû bidin.

Enqereyîyên ku piştî êrîşê li ber Navenda CHPê kom bibûn jî ama je pê dikin ku Tirkiye ji salên 1990î xerabtir bûye, pêwîste ji bo pêşîlêgirtina qeyrana aboriyê li hev kirine bê kirin û dev ji zimaneke cudageriyê bê berdan.

Welatîyek dibêje: Li welatê me çalakiyên ku dijî aşitî û aramiyê têne lidarxistin em tu caran qebûl nakin. Em li dijî hemû tund û tujiyan in.

Welatîyek a Jin jî, dibêje: Em hemû ewdê Xwedê ne çima dewlet pêşiya wan bûyaeran nagre. Çima cudageriyê navbera me de zêde dikin. Ez bangî mezinên me dikim ji bo Xwedê aloziyan gur nekin.

Welatîyekê din jî got: Em serokkomareke ku ferq û cudahiyê dixe bavbera me qebûl nakin. Bila weke Elewî, Kurd,Tirk me ji hev cuda nekin bila ji bo qeyrana aboriya Tirkiyê çareserî bên peydakirin.

Heta niha derbarê êrîşa li dijî serokê CHPê de 8 kesên ku hatibûn binçavkirin hatine berdan tenê êrîşkar niha di bin çawan de ye û tê çaverêkirin di parlementoya Tirkiyê de jî li ser vê êrîşê lijneyeke lêkolînê bê amadekirin.