Serok Barzanî: Pêwîst e bilez pirsgirêkên Mûsilê bêne çareserkirin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê Usame Nuceyfî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê Usame Nuceyfî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Herwiha di derbarê kêşeyên îdarî û siyasî û aborî û emniyên parêzgeha Nînowa û rewşa jiyana hemwelatiyên wê parêzgehê hate nirxandin û tekez kirin ku pêwîst e pêkvejiyana aştiyaneya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bi lez kêşeyên Mûsil bêne çareserkirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikeve ber gefa terorîstan.

 

S. B