Şandeke bilind a PDKê diçe Silêmaniyê

Biryar e îro şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ligel her yek ji Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bicive û rêkeftina pêkanîna hikûmeta nû bi wan re guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî heft mehan e hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê hatine kirin û hîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn, lê tê pêşbînîkirin di rojên bê aliyên Kurdistanî bigin rêkeftina dawiyê.

Her çend e aliyên siyasî li ser dabeşkirina beşeke mezin ji postan û derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lihev kirine û PDKê bi her yek ji Tevgera Goranê û YNKê rêkeftin îmze kirine, lê hîna negihîştine xala dawiyê bo pêkanîna hikûmetê.

Di wê çarçovê de duhî Endamê Serkirdatiya YNKê Mustefa Çavreş ji K24ê re ragihandibû, derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, PDK û YNKê dawî rêkeftin îmze dikin.

S. B