Goran: Em ji bo wergirtina postan nabin pirsgirêk

Piştî civîna şanda PDK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, di konferanseke hevbeş de Peyvdarê Goranê Şoreş Hacî ragihand, şanda PDKê spasî li helwesta niştimanî ya Goranê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna şanda PDK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, di konferanseke hevbeş de Peyvdarê Goranê Şoreş Hacî ragihand, şanda PDKê spasî li helwesta niştimanî ya Goranê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Şoreş Hacî ragihand, ji rewangeha berjewendiya xelkê Kurdistanê ve, me rêkeftin bi PDKê re îmze kir, wê jî bi erkekî xwe dizanin, bi taybet di van şer û mercên niha yên Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe.

Tekez kir, pir baş e hêzên Kurdistanî yekhelwest bin ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare astengan derbas bike, li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaksaziya di hemû waran de, bêaliya sîstema dadweriyê û niştîmankirina hêza Pêşmerge lihev bikin.

Peyvdarê Goranê Şoreş Hacî tekez kir jî, Tevgera Goranê derbarê wergirtina pile û postan de nabe pirsgirêk.

Li hemberê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, civîna îro berdewamiya civînên berê bû û pêştir wan rêkeftin bi Tevgera Goranê re îmze kirine.

Da zanîn jî, bi tevgera Goranê re ew zû ji hev têgihîştine û rêkeftina siyasî îmze kirine û li ser postên hikûmî jî lihev kirine.

Amaje bi wê yekê jî, daxwazên YNKê ên wergirtina postan, bi daxwazên Goranê re hev negirtin, lê têgihîştina Goran ji vê babetê re hebû û razî bû, ew jî cihê spasiyê ye û ji bo vê mebestê em bi wan re civiyan.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed got jî: Hêvîdar in di çend rojên bê de mijara aktîvkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û piştre raspardina kabîneya nû ya hikûmetê temam bibe.

Got jî: Pêwîst e her yek PDK, YNK û Goran li ser diyarkirina karnameya hikûmetê bicivin.

 

S. B