Gelo Tel Rifat û Idlib di navbera Tirkye û Rûsyayê de bûye mijara bazariyê?

Tirkiye û Rûsya ku di destpêka şerê navxweyê yê şerê Sûriyê de weke du aktorên sereke li qadê ne tê gotin kul i ser Idlib û Tel Rifatê li hev kirine ku Rûsya dê Êrîşê Idlibê Tirkkiye jî dê operasyonê bibe ser Tel Rifatê. Ev mijar din ava pisporên Tirkiyê de jî buye sedema nêrînên cuda. Hn pispor dibêjin Hêj lihevkirineke bi her avayî pêk nehatiye, hin pispor jî dibêjin Enqere û Moskow li hev hatine û dê bi hev re êrîşê bibin ser idlibê.

K24-Ankara

Tirkiye û Rûsya ku di destpêka şerê navxweyê yê şerê Sûriyê de weke du aktorên sereke li qadê ne tê gotin kul i ser Idlib û Tel Rifatê li hev kirine ku Rûsya dê Êrîşê Idlibê Tirkkiye jî dê operasyonê bibe ser Tel Rifatê. Ev mijar din ava pisporên Tirkiyê de jî buye sedema nêrînên cuda. Hn pispor dibêjin Hêj lihevkirineke bi her avayî pêk nehatiye, hin pispor jî dibêjin Enqere û Moskow li hev hatine û dê bi hev re êrîşê bibin ser idlibê.

Li Sûriyê piştî ku 10êNîsanê Rusyayê ji Tel Rifata di bin destê YPGê de ye biryara vekêşîna hêzên xwe ragihand, di 4ê Gulanê de Artêşa Sûriya Azad ya ku Tirkiyê serkêşiya wê dike êrîş bire ser gundên Tel Rifatê. Niha operasyonên Tirkiyê û Artêşa Sûriya Azad bo ser vê deverê ravestiyan e. Derbarê vê mijarê de Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Okta ragihand ku ev bi Rûsyayê re din ava hevdîtinan de ne.

Ev mijar ji aliyê Pisporên Tirkiyê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Li gorî pisporê rojhilata Navî yê Tirkiyê Can Acun hêj navbera Rûsya û Tirkiyê de encameke ber bi çav derneketiye lê belê Tirkiye bi biryare ku derdora Tel Rifatê bi temamî qontrol bike.

Can Acun - Pisporê Rojhilata Navîn, dibêje: Tirkiye û Rûsyayê hêj bi temamî li hev nekirine ji berk u li Idlibê jî rewşeke aloz heye. Armanca Tirkiyê ew e ku tenê derdora Tel Rifatê ya li ser sînoran ji destê YPGê derxîne û qontrol bike. ji ber ku Derdora Tel Rifatê ji bo Efrîn, Ezez û Minbicê ciheke stratejîk e û bo Tirkiyê gefeke mezin e. Niha operasyon sekiniye lê piştî ku Enqere û Modkow li hev hatin dê careke din dest pê bike.

Li gel operasyonên Tirkiyê bo ser Tel Rifatê li ser Idlibê jî operasyonên Rûsya û Rejîma Esad zêde bûne ji ber vê çendê li gorî hin pisporan jî tê gotin ku navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser Tel Rifat û Idlibê Rêkeftinek hatiye kirin ji loma jî Tirkiye li ser sînorê Sûriyê ji bo penaberên nû kampan ava dike.

Mîthat Işik - Pisporê Ewlehiyê, got: Devera idlbê êdî gelek krîtîk e. Herçiqas li wê deverê 12 xalên Çavdêriyê yên Tirkiyê hebin jî çareseriyek nehatiye peydakirin. Ji ber vê çendê Rûsya beramberî Tel Rifatê bombebarana li ser Idlibê zêde kiriye.

Ligel vê yekê rojên pêşiya me de Tirkiye û Rûsya dê bi hev re êrîşê bibin ser serkirdeyên Heyet Tahrîr El Şamê. Tirkiye niha li ser sînor ji bo penaberên ku dê li Idlibê bên kampên nû ava dike. Bi ya min Tel Rifat û Idlib bûye bazariyek navbera Enqere û Moskowê de.

Herwiha pispor amaje pê dikin ku ji bilî Rûsyayê Îran û Sûriye nebin Tirkiye nikare Tel Rifatê bi dest bixe ji ber ku hêza wan jî wê derê heye û êrîşa rejîma Esad ya li Idlibê dijî baregeha Tirkiyê pêk anîye jî weke hişyariyekê bi nav dikin.