Deriyê namzetkirinê bo posta Serokê Herêma Kurdistanê vedibe

Parlemantoya Kurdistanê deriyê namzetkirinê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê vedike û tê pêşbînîkirin di dawiya hefteya bê de Serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Kurdistanê deriyê namzetkirinê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê vedike û tê pêşbînîkirin di dawiya hefteya bê de Serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Parlemantera ji Fraksiyona PDKê Ciwan Rojbeyanî ji K24ê re got: “Îro 12 Gulanê deriyê xwenamezkirinê vedibe û 3 roj li pêş partiyan heye ku namzetên xwe diyar bikin û radestî Serokatiya Parlemantoyê bikin. Em wek PDKê, ji demekê ve me namzetê xwe ji Serokatiya Herêmê re diyar kiriye û ew jî Birêz Nêçîrvan Barzanî ye.”   

Parlemantoya Kurdistanê di nêzîktirîn dem de 2 hilbijartinan dike, ji bilî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê, hilbijartina Serokê Parlemantoyê jî dike. Ew post jî bi para YNKê ketiye û 2 namzetên YNKê ji wê postê re hene, lê ne diyar e berî yan piştî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ew post yekalî dibe.

Desteya Parlemantoya Parlemantoya Kurdistanê ji bo diyarkirina roja destpêkirina namzetbûnê dicive û roja Yekşemê ew prose dest pê dike û roja Sêşemê jî deriyê xwenameztkirinê tê girtin. Serokê Herêma Kurdistanê vê care di nava Parlemantoyê de tê hilbijartin, tê pêşbînîkirin di dawiya hefteya bê de hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê birêve biçe.