Mesrûr Barzanî beşdarî di pirseya şehîd Emîd Eskender Reşîd Gerdî de kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Mesrûr Barzanî beşdarî di pirseya şehîd Emîd Eskender Reşîd Gerdî de kir
Îro Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di pirseya şehîd Emîd Eskender Reşîd Gerdî , Fermandeyê Lîwaya Komando a Zêrevanî kir , ku di dema bicîkirina erkê meşq û rahênan a Pêşmerge de di bûyerek diltezîn de şehîd bu.
Mesrûr Barzanî pirse û serxweşî bi kesûkar û malbata Xwedê jê razî ragihand û got, Ji Xwedayê mezin daxwazkarin canê Xwedê jê razî bi buhişta berîn şad bike. Sebir û aramiyê bide me û malbata şehîd û pêşmergeyên Kurdistanê û dawî xem be bo malbatê.
Her li Hewlêrê li cihê pirsê, Mesrûr Barzanî beşdarî di pirseyeke malbata berêz Xefûr Xoşnaw de kir.
C.B