9 endamên HDPê ji Şaredariya Tatwanê hatin dûrxistin

Li navçeya Tetwanê yê Bakurê Kurdistanê, 9 endamên Encûmena Şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Tetwanê yê Bakurê Kurdistanê, 9 endamên Encûmena Şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

Di hilbijartinên herêmî yên navçeya Tetwana de, HDP bi 14 endamên Encûmena Şaredariyê de piranî bidest xistibû. Lê Şaredarî ketibû destê AK Partiyê.

Bi daxwaza Parêzgarê Bidlîsê, Wezareta Navexweyî 9 endamên Encûmena Şaredariya HDPê bi hinceta ku di derbarê wan de biryara lêpirsînê hene, ji kar dûr xistin.

Kesên ji kar hatine dûrxistin dan xuyakirin, lêpirsîn piştî hilbijartinê hatiye destpêkirin. Jiber ku hejmara endamên encûmenê yên AK Partî ji yên HDPê kêmtir bûne, ev biryar hatiye standin.

 

S. B