Almanya hewla vegerandina zarokên çekdarên DAIŞ dide

Hikûmeta Almanya Kar li ser vegerandina zarokên çekdarên DAÎŞê yên Almanî ji Rojavayê Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanya Kar li ser vegerandina zarokên çekdarên DAÎŞê yên Almanî ji Rojavayê Kurdistanê dike.

Medya Almanya belav kiriye, Hikûmeta wî welatî ji bo yekemîn car ragihandiye, ew kar liser vegerandina hejmarek zarokên çekdarên DAÎŞê yên Almanî, ku li bakûrê Sûriyê girtî ne, dike.

Torên NDR, WDR û rojnameya Süddeutsche Zeitung yên Almanî ragihandine, ev demek e Wezareta Derve ya wî welatî kar liser derxistina wan zarokan dike û dibêje, pêwîstiya wan zarokan bi parastinê heye.

Medya Almanya belav jî kiriye, Hikûmetê ev yek li dadgeha Berlînê eşkere kiriye, dema ku malbata dû zarokên Almanî, ku niha li kampa Holê ya başûrê Hesekê dimîn in, daxwaza vegerandina zarokên xwe kirin e.

Hîn Hikûmeta Almanya ti daxûyanî di ve derbarê de nedaye.

 

 

 

C.B