Şahê Urdinê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û daxwaza pêşveçûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û daxwaza pêşveçûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dike.

Şah Ebdulha di peyama xwe de got: “Cihê kêfxweşiyê ye ji biryarê xwe yê ezîz re hestên pîrozbahî derbirim, ku Parlemantoya Herêma Kurdistanê – Iraq baweriya daye we û hûn wek Serokê Herêmê hilbijartiye.”

Herwiha got: “Li gel dirbirîna hêviyên xwe yên dilsozane bo serkeftina we di vê erkê nû de, tekezî li ser xwesteka Urdinê ji bo pêşxistin û avêtina pêngavan bo pêwnediyên me yên birayane dikim.”

Roja 28ê Gulana 2019an Parlemantoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart. Biryar e jî roja 10ê Hezîranê Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de sûnda yasayî bixwîne.

 

S. B