Peskov: Rêkeftina S400an di qonaxa cîbicîkirinê de ye

Peyvdarê Krêmlînê dibêje, rêkeftina sîstemên S-400 ya bi Tirkiyê re di qonaxa cîbicîkirinê de ye û hewl didin gavek zûtir radest bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Krêmlînê dibêje, rêkeftina sîstemên S-400 ya bi Tirkiyê re di qonaxa cîbicîkirinê de ye û hewl didin gavek zûtir radest bikin.

Peyvdarê Krêmlînê Dmitriy Peskov, li Moskowê, derbarê rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Da xuyakirin, pêwîst nîn e Enqere di derbarê damezrandina grûba hevbeş a Amerîka-Tirkiyê de agahî bide wan, ji ber ku, ev ne mijara Moskow e. Da zanîn, ew bi hevparên xwe yên Tirk re hewl didin rêkeftina radestkirina sîstemên S-400 gavek zûtir cîbicî bikin, ku di qonaxa radestkirinê de ye û Tirkiye dikare planên xwe bi welatên sêyemîn re gotubêj bike.

Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze grûbek hevbeş diyar bikin, da ku li ser sîstemên S-400 lêkolîn bikin, a ya liser sîstemên NATO metirsîdar e yan na. Amerîka hîn bersivek erênî nedaye. Lê ligor medya cîhanî, Trump bi erênî pêşwaziya pêşniyara Erdogan kiriye.

 

 

 

C.B