Sûriye: Tirkiye pabendî Rêkeftina Soçî nebû ye

Alîkarê Wezîrê derve yê Sûriyê got jî, Tirkiye bi awayek berçav piştevaniya grûbên terorî li Idlibê dike

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê radighîne, Amerîka piştevaniya terorê li Sûriyê dike. Hebûna hêzên wan ne rewa ye û ne ji mafê wê ye, behsa guhertina Serokê Sûriyê bike.

Alîkarê Wezîrê derve yê Sûriyê Eymen Sosen di derbarê daxûyaniyên vê dawiyê yên berpirsên Amerîka de, ku gotibûn, ew naxwaz in Esed biguherin, ji bo medya Rûsyayê ragihand, ne ji mafê Amerîka ye, behsa vê babetê bike û ew yek, tenê gelê Sûriyê diyar dike.

Navborî got jî, dema ku Amerîka hebûna hêzên xwe li Sûriyê bidawî anî, piştevaniya terorê rawestand û dorpêçên aborî liser Sûriyê rakir, wê demê ew dikarin bêjin, ku helwesta Amerîka di derbarê Sûriyê de hatiye guhertin.

Alîkarê Wezîrê derve yê Sûriyê got jî, Tirkiye bi awayek berçav piştevaniya grûbên terorî li Idlibê dike, û Tirkiye pabendî Rêkeftina Soçî nebûye.

 

 

C.B