YNK ji bo civîna sûndxwarina Serokê Herêmê xwe yekalî dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo guftûgokirina beşdariya şande û fraksiyona YNKê di merasîma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo guftûgokirina beşdariya şande û fraksiyona YNKê di merasîma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî dicive.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, YNKê ta niha ne amade ye beşdarî merasîma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdsistanê bibe, ku biryar e roja 10ê vê mehê li hola Seid Ebdulah li Hewlêrê birêve biçe.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, biryar e sibe Encûmena Serkirdatiya YNKê li ser heman mijarê bicive û ji niha ve guftûgo di navbera PDK û YNKê de dûrî kamîreya ragihandinê hene.

Fraksiyona YNKê rûniştina Parlemantoya Kurdistanê ya 28ê Gulana bûrî ya tê de Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin baykot kiribû û PDKê jî dibêje, YNKê rêkeftina di navbera wan de binpê kiriye.

 

S. B