Tirkiye di derbarê êrişên Suriyê li Idlibê, daxûyaniyek da
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirata Berevanî ya Tirkiyê di derbarê êrişên rejima Suriyê de, daxûyaniyek da.
Di daxûyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê de, artêşa rejîma Surîyê bi zanabûn êriş birin e ser xalên wan ên çavderîyê.
Di êrîşa ser xala çavderiyê ya 9an de, çekên giran, hewan, top û katyuşa hatine bikaranîn.
Wezaret dide zanîn: di encama vê êrişê de, zerer û ziyanek mezin gihaye beşek ji çek û teqemeniya leşkerên wan.
Ligor daxûyaniya Wezareta Berevaniyê, hêzên wan jî, di heman demê de baregehên Rejima Suriyê bi çekên giran armanc kirin e.
Di derbarê babeta êrişa rejima Suriyê de, ew ligel Rusya di nav pêwendiyê de ne û hêzên komando yên nû şandin e 12 xalên çavderîyê.
C.B