Dirar: MSD bi merc tevlî opozîsyona Sûriyê dibe

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand, wan ti daxwazên tevlîbûnê ji Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê re neşandine, lê hewleke navdewletî di vê çarçovê de heye. Serokê Desteya Danûstandinan jî got: Ti behs derbarê lidrxistina Kongreya Riyadê û tevlîbûna HSDê de nîn in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand, wan ti daxwazên tevlîbûnê ji Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê re neşandine, lê hewleke navdewletî di vê çarçovê de heye. Serokê Desteya Danûstandinan jî got: Ti behs derbarê lidrxistina Kongreya Riyadê û tevlîbûna HSDê de nîn in.

Piştî serdana berpirsên Siûdî ji Rojavayê Kurdistanê re û hevdîtinên wî bi berpirsên Rêveberiya Xweser û HSDê re, behsa hewlên tevlîbûna HSDê di nava Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê de hate kirin.

Derbarê vê mijarê de, Hevserokê MSDê Riyad Dirar di daxuyaniyekê de ragihand, wan ti daxwaza tevlîbûnê ji Desteya Danûstandinan re neşandine, lê hewlên navdewletî hene û kar di vê çarçovê de dikin.

Dirara got jî: Heger danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re cidî bûn û gerentiya navdewletî hebin, ew amade ne tevlî Desteya Danûstandinan bibin û beşdarî danûstandinên Cenêvê bibin û bibin beşek ji şanda opozîsyona Sûriyê ya yekgirtî.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ew yek red kir û got, nûçeyên behsa lidarxistina Kongreya Riyada 3 û beşdariya HSDê tê de, ne rast in. Wezareta Derve ya Siûdiyê ev yek daxwaz nekiriye. Ev mijar ne li nava Desteya Danûstandinan û ne li derveyî wê desteyê nehatiye gotûgêjkirin. Herwiha ev yek ji aliyê wan ve jî nayê qebûlkirin.

Di dema dawî de, HSDê dest bi hejmarek guhartinan di nava xwe de kir û hejmarek encûmenên leşkerî yên nû damezirand. Ev gav jî piştî serdana Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Kendavê Samir El Nebhan û hejmarek berpirsên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê hat. Li gor hatiye belavkirin jî, di wê serdanê de hewlên Siûdiyê yên tevlîkirina eşîreyên Ereban di nava rêxistinên siyasî û leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê hebûn.

Duhî jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî gotibû, di projeya wan ya nû de, dê 15 encûmenên leşkerî pêk bînin û nîvê wan û serkirdatiya wan ji xelkê wan navçeyan bin.  

 

S. B