Davutoglu rexne li hukimeta Tirkiye digre

Dawidoglu got: Ew bang li rayadarên hikûmetê dike, ku xeletiyên xwe vegere û bizanin bi gefan jî, dê xelk ji we dûr bikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Ehmed Dawidoglu li Bajarê Erzerom ê Bakurê Kurdistanê axift û got: Hûn bi çi navî qefan li xelkekê bikin, ew qas jî, dê zû hilweşin.

Dawudoglu, rewşa partiyên sîyasî şîrovekir û da zanîn: Jiber ku AKPê sozên dan e gel bi cîh neanî,  bi şêwazeke rasterast, di nav belavbûnê de ne û %15 alîgirên xwe ji dest da ye.

Serokwezirê Berê Dawidoglu got:  Wan di sala 2015ê %49 deng wergirti bûn, lê di hilbijartinên 31ê Adarê de %34 deng wergirtine.

Pêwist e ew li hemberî bê dadweriyê, xeletiyan û kiryarên derveyî yasayan, bêdeng nebîn.

Dawidoglu got: Ew bang li rayadarên hikûmetê dike, ku xeletiyên xwe vegere û bizanin bi gefan jî, dê xelk ji we dûr bikeve.

 

 

C.B