Serok Barzanî: Mafên hemû pêkhatan di destûra Kurdistanê de diçespe

Serok Mesûd Barzanî îro ligel Fraksiyonên pêkhatên Mesîhî û Turkmen yên li Parlemena Kurdistanê de civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro ligel Fraksiyonên pêkhatên Mesîhî û Turkmen yên li Parlemena Kurdistanê de civiya û di hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand, mafên hemû pêkhateyan di destûra Kurdistanê de diçespe û Kurdistan welatê hemûyan e.

Di vê civînê de Nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku herdem berevaniyê li mafê pêkhatan kiriye û bal kişandin li ser pêdagiriya Serok Barzanî ya li ser nûnerayetîkirina pêkhatan di dema civînên rikeberên Iraqê ya berî rûxana rejîma Be'es û paşê jî rola diyar ya Serok Barzanî bo çespandina mafê pêkhatan di destûra bingehîn a Iraqê de û pêkhatên niha ya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê û mîsogerkirina nûnerayetiya wan di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

Her wiha spasî Serokayetiya Parlemen û Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê kirin ku di danîna lîjneya herdemî ya Parlemena Kurdistanê de piştevanê pêkhatan bûn.

Di civînê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina nûnerên pêkhatên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û bal kişand li ser wê yekê ku Kurdistan welatê me hemûyan e û pêwîst e em hemû jî di birêvebirinê de hevbeş bin û em hemû jî xwe bi berpirsiyar bizanin.

Serok Barzanî careke din jî tekez kir, nabe ji pêkhatekê re bê gotin "kemîne" û tu neteweyek bi hejmarê nayê pîvandin û her yek ji wan taybetmendiya xwe heye û divê rêz li wan taybetmendiyan bê girtin.

Serok Barzanî rola nûnerên Mesîhî û Turkmen li Parlemena Kurdistanê de bilind nirxand û daxwaz kir ku bi awayekî berevaniyê li mafên pêkhatan bikin ku li hmber dengderên xwe serbilind bin.

Serok Barzanî tekez jî kir, di destûra Kurdistanê de mafên hemû pêkhatan bi tevahî diçespe û rê bi ti cudakariyeke neteweyî û olî nadin û hemû di Kurdistanê de wekhev û hevbeş dibin.

Her di vê civînê de Serok Barzanî di derbarê guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navdewletî, herêmî, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de berçavroniyên pêwîst xiste rû.

 

S. B