Tevgera Goranê kandîdên xwe ji hikûmetê diyar kirin

Tevgera Goranê kandîdên xwe ji postên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Goranê kandîdên xwe ji postên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, tevgera Goranê C.Vyên kandîdên xwe radestî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.

Ev di demekê de ye, duhî Encûmena Serkidatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo diyarkirina kanîdên xwe ji kabîneya nû re civiya û navên beşek ji kandîdan jî li medyaya xwe belav kiribûn.

Li gor zanyariyan jî, biryar e ta dawiyê vê hefteyê pêkhateya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe pêş Parlemantoya Kurdistanê û bawerî pê were dayîn.

 

S. B