Ali Babacan endametiya xwe ya AK Partî bidawî anî

Alikarê Serokwezirê Berê û Wezirê Aborî û Derve yê Tirkiyê yê berê Ali Babacan, dest ji Partiya xwe AK Partî, berda

K24 – Navenda Nûçeyan

Alikarê Serokwezirê Berê û Wezirê Aborî û Derve yê Tirkiyê yê berê Ali Babacan, dest ji Partiya xwe AK Partî, berda.

Babacan, ku ev 18 sal in di asta heri bilind de ligel AKPê kar dikir, îro bi şêwazek fermî, dest ji endametiya partiya xwe berda.

Alî Babacan û Abdullah Gûl, ku di nav amadekariya avakirina partiyek nû de ne, got: Di nav 18 salan de 14 sal endametiya navendi û 13 sal jî wezirtiya dewletê kir.

Alî Babacan, nakokiyên di navbera xwe û AKPê de destnişan dike û dibêje: Di navbera wî û rêbazên, ku wî bawerî pê hebû de, nakokiyên kûr rûdan. Ew hem ji aliye dil û hem jî, ji aliye hizir ve, ji partiya xwe cûda bûye.

Alî Babacan, îşareta avakirina partiya xwe ya nû jî dike û dibêje: Xebatek dîrokî li pêşiya wan e, ku îro - sibe û ji bo pêşeroja Tirkiyê dest bi xebatê bikin.

 

 

C.B