Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo wezîran: Bi hesta welatparêz tevbigerin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel wezîrên Kabîneya xwe yekem civîna ne-asayî lidar xist.
Serokwezîr Barzanî, daxwaz ji wezîran kir, ji partiperestî dûr, bi ruh û hesta welatparêzî tevbigerin û xizmeta hevwelatiyan bikin.
Herweha diyarkir, ku hemû wezîr divê ligor bernameya hukimetê tevbigerin.
Hefteya pêşya me, roja Duşemiyê Encûmena Wezîran yekem civîna xwe ya asayî lidar dixe.
C.B