Li Efrînê teqîneke bihêz rûda 14 kuştî û nêzî 60 brîndar hene
K24- Hewlêr
Li Efrînê teqîneke bihêz rûda û piştî teqînê deng avêtina guleyan jî hat bihîştin.
Jêderekî ji Efrînê ji Kurdistan24 re ragihand, îro demjimêr 10:00ê otombîlek bombekirî li nava Efrînê li ser riya Efrîn - gundê Tirindê nêzîkî kargeha Xertûman teqiya.
Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, piştî teqînê dengê guleyan li nava Efrînê tê bihîstin. Rewşeke awarte û aloz li nava Efrînê dirust bûye û kes newêre ji mala xwe derkeve.
Di derbarê ziyanên canî de wî jêderî got, hejmarek ambulans gihîştin cihê teqînê, li gor zanyariyên destpêkî, 14 kuştî û nêzîkî 60 brîndar hene, di nava wan de jî, jin û zarok hene.