Kalin: Welatên Rojava, Tirkiye ji xwe dûr dixin!

Kalin got, pirsa rast ne ev e, ku Tirkiye ji Rojava dûr dikeve. Ya girîng ev e, çima hevpeymaniya NATO ewlekariya Tirkiyê li gelek deveran û her tim paş guh dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dibêje, Tirkiye ji Rojavayê dûr nakeve, Berovajî tê dûrxistin û da zanîn, ew bijardeyên siyaseta xwe ya derve zêde dikin.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, ji bo Bloombergê gotarek nivîsand û bal kişand ser rexneyên di derbarê pêşveçûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê de.

Kalin rexneyên di derbarê Tirkiyê de ret dike ku, êdî hevpeymaneke pêbawer ya NATOyê nîn e û Serokomar Erdogan Tirkiye ji NATO û Rojavayê dûr dixe.

Da zanîn, Tirkiye li gelek deveran, di çarçoveya karên NATOyê de rola xwe lîstiye û hê jî berdewam dike.

Kalin got, pirsa rast ne ev e, ku Tirkiye ji Rojava dûr dikeve. Ya girîng ev e, çima hevpeymaniya NATO ewlekariya Tirkiyê li gelek deveran û her tim paş guh dike.

 

 

C.B