Mesrûr Barzanî bo mîrê nû yê Êzidiyan: Hikûmet piştevan û hevkarê we dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li mîrê nû yê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn beg kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek her dem piştevan û hevkarê Êzidiyan dibe û hewl dide xizmeteke hêjayî bi xwişk û birayên Êzidî bike û ji êş û azaran wan kêm bike.
Bi boneya hilbijartina wî wek Mîrê Êzidiyan Kurdistan û Cîhanê, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonê bi Mîr Hazim Tehsîn Beg re kir.
Di pêwendiya telefonî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serkeftin ji mîrê nû yê Êzidiyan re xwast û amaje bi wê kir, ku xwişk û birayên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevan û hevkarê dibe û wek her dem jî hewl dide xizmeteke hêjayî xwişk û birayên Êzidî bike û ji êş û azara wan kêm bike.
Her di pêwendiyê de, Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spasiya piştevanî û piştgîriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Îro perestgeha Laleş li qezaya Şêxan di rêûresmekê de Hazim Mîr Tehsîn Beg wek mîrê nû yê Êzidiyan û Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan hat destnîşankirin û sûnda olî xwar.
S. B