Li Germiyanê DAIŞê êrîşî ser hêzên asayişê kir

Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregehên asayişa nahiya Koleco ya qezaya Kifrî li başûrê Kerkûkê kir û bi Hawinan jî ew nahiye topbaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregehên asayişa nahiya Koleco ya qezaya Kifrî li başûrê Kerkûkê kir û bi Hawinan jî ew nahiye topbaran kirin.

Di wê derbarê de, endamê Encûmena Nahiya Qeretepe Selah Baban ji K24ê re ragihand, di encama êrîşa şeva bûrî li hêzên ewlehiyê yên Kifrî, du endamên asayişê, kermendekî Dijeterorê û welatiyekî din şehîd bûn û hejmareke din ji endamên asayişê û welatiyan birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, 5 kes birîndar bûne û di nava de jin û zarok jî hene, ji ber ku guleyeke Hawin li mala welatiyekî ket.

Wî endamê Encûmena Nahiya Qeretep ragihand jî, piştî gihîştina hêzeke Pêşmerge û asayişê wê navçeyê, çekdarên DAIŞê reviyan.

Peyamêrê me diyar kir, kesên şehîd bûne Berpirsê Operasyonên Asayişê li wê navçê Aso Celal û endamê asayişê Heyder Fûad in û ji xelkê Xaneqînê ne.

 

 

S. B