Partiya Yekîtiya Mezin (BBP): Qeyyûman deynin ser hemû şaredariyên HDP

Serokê partiyek din a nîjadperest - Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici daxwaz ji hukimeta Tirkiye kir: Qeyûmman deynin ser hemû şaredariyên di destê HDP de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê partiyek din a nîjadperest - Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici daxwaz ji hukimeta Tirkiye kir: Qeyûmman deynin ser hemû şaredariyên di destê HDP de.

Ligor Mustafa Destici, HDP di bin fermana PKK de kar dike û Komara Tirkiye nabe rê bide partiya siyasî ya rêxistina terorê.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) di avahiya Partiya xwe de konferansek rojnamevanî da û anî ziman, ku: “Divê Qeyyûm ne tenê li bajarên mezin bên danîn. Hemû şaredariyên di destê HDP de divê bi Qeyyûman werin birêve birin. HDP partiya siyasî ya PKK ye. Wekî Komara Tirkiye dive, em rê nedin rêxistina terorê”.

Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) partiyek nîjadperest a Tirkiye ye, lê bandora wê di siyaseta Tirkiye de nîn e. Di dema hilbijartinên parlementoyî yên Tirkiye de sala par, yek ji hevpeymanên – Hevpeymaniya Cumhur bû.

 

 

 

C.B