PDK û Goran naveroka civîna xwe aşkere dikin

Di konferanseke rojnamevanî de peyvdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê naveroka civîna wan ya îro aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di konferanseke rojnamevanî de peyvdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê naveroka civîna wan ya îro aşkere kirin.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civîna îro de behsa hilbijartin, Kerkûk û rewşa navçeyên ku ji piştî 16ê Cotmeha 2017an hatine dagîrkirin hatin guftûgokirin.

Got jî: Li pêş me civîneke sêalî di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de bo guftûgokirina pirsên hevbeş heye.

Li hemberê jî endamê şanda Tevgera Goranê Aras Welî ragihand, kar ji bo serkeftina kabîneya nû ya Hikûmetê dikin, bo welatî jê sûdê bibînin.

Got jî: Hêvîdar in civîna sêalî ya me, YNK û PDKê di zûtirîn dem de bê kirin.

Ji bo guftûgokirina çend pirsan, îro şandeke bilind a Tevgera Goranê gihîşt Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û ligel sekreter û endamên Polîtburoya PDKê civiya.

 

S. B