Serok Herêma Kurdistanê û şandeke Parlemana Lubnanê metirsiyên terorê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Firaksiyona Dîdara Demokrat a Parlemana Lubnanê Teymûr Canpolat û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan proseya siyasî li Lubnanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û metirsiyên terorê guftûgo kirin û girîngiya rûbirûbûna bîra terorê û tundrewan xistin ber behs û guftûgoyê.
Di hevdîtinê de ku îro li Hewlêrê birêve çû, her du aliyan kar û projeyên webirhênana Lubnanê û rewşa revenda Lubnanê li Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û tekez li ser girîngîpêdana bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Lubnanê hate kirin.
S. B