Tîma K24 ligel şand a meşqkirinê ya Hevpeymanan bo Pêşmerge bû

Tîma Kurdistan24 ligel şandek Hevpeymanan di dema seredana wan de, bo çend meşqgehên Hêzên Pêşmerge amade bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo sala dahatî jî, Hevpeyman di meşq û rahênan bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibin. Tîma Kurdistan24 ligel şandek Hevpeymanan di dema seredana wan de, bo çend meşqgehên Hêzên Pêşmerge amade bûn.

Fermandeyê Navendî yê Kurdistanê bo meşq û hemahengiyê, ku berpirsyarê proseya meşqê ye, ji Kurdistan24 re got , sala bê jî meşq berdewam dibin, heta ku hêzeke yekgirtî yê pêşmerge dirûst bikin.

Herweha Şêwirmendê Fermandeyê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê dibêje, kar dikin bo bihêzkirina yekîneyên jinan di nav Pêşmerge de.

 

 

C.B