Kalin bo Rûsya û Amerîka: Pêwendiya bi YPG re, tê wateya piştevaniya terorê

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê piştî civîneya kabîneya Serokomariyê da xuyakirin, pêwendiya Amerîka û Rûsya bi YPG re berdewam dike û ew, vê pêwendiyê wekî piştevaniya terorê binav dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê piştî civîneya kabîneya Serokomariyê da xuyakirin, pêwendiya Amerîka û Rûsya bi YPG re berdewam dike û ew, vê pêwendiyê wekî piştevaniya terorê binav dikin û got, welatên Kendavê jî, bi  Mezlûm Ebdî re hevdîtinan dikin û dixwazin wî li hember Tirkiyê bikar bînin.

Kalin got, şanda wan li Moskow ji bo Îdlibê daxwaza agirbestê kiriye û Rûsya jî soz daye, ku ew dê hewl bide êrişên rejîmê rawestîn e.

Peyvdarê Serokomariya Tirkiye Ibrahîm Kalin diyarkir:

“Bi operasyona Kaniya Aştiyê, xet a navbera Girêspî û Serêkaniyê niha aram e. Lê carnan bi êrişên ser sivîlan û carnan jî, bi vegera cîhên ku vala kirin e, liv û tevgerên YPG jî, li deverê hene.

Amerîka û Federasyona Rûsyayê, bi YPG û PYD re dikevin pêwendiyê, piştevaniya wan dikin, yekîneyên serbazî dirust dikin û ji hin deveran dibin deverên din. Em bi aşkera dibêjin, her pêwendiyek bi YPG re, tê wateya piştevaniya terorê. Eger berdewam bikin û hewlek ber bi sînorên me hebe, em bê bersiv namin in.

Em dibîn in, hin welatên din, welatên Kendavê jî, bi Mezlûm Kobanî re hevdîtinan dikin, hewl didin ku hember Tirkiyê bikar bînin. Ez dixwazim bêjim ev hemû bêbersiv namîn in."

 

 

 

C.B