NATO êrîşa Îranê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi daxuyaniyekê, êrîşa Îranê hemberî Hêzên Amerîkî û Hêzên Hevpeymanan li Iraqê şermezar kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi daxuyaniyekê, êrîşa Îranê hemberî Hêzên Amerîkî û Hêzên Hevpeymanan li Iraqê şermezar kir.

Stoltenberg liser account a xwe ya twitterê bang li Îranê kir, ku dest navêje êrîşê û rêwşê aloztir neke.

Sekreterê Giştî yê NATOyê herweha anî ziman, ku pêwendiyên wan ji  bo xebata rahênanan ligel berpirsên Iraqê berdewam dikin, di vê çarçoveyê de jî, êrîşên Îranê hemberî Hêzên Hevpeymanan û Amerikayê protesto kirin.

Berpirsên NATO radighînin, ku tu ziyanên canî negihiştine karmend û serbazên wan ên ku li Iraqê liser kar in.

Herweha hate ragihandin, ku NATO ji bo parastina karmend û serbazên xwe xwedî bername û stratejî ye.

Almanya û Ingilistanê jî êrîşên Îranê hemberî Hêzên Amerîkî û Hêzên Hevpeymanan şermezar kiribûn.

 

 

 

C.B