Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bû Qehremana Sûriyê

Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bi serkeftina di yariya xwe ya îro de, pileya yekem di lîga Sûriyê de wergirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bi serkeftina di yariya xwe ya îro de, pileya yekem di lîgaya Sûriyê de wergirt.

Tîma Amûda ya Jinan a Topapê ku îsal cara yekem beşdarî Lîgaya Sûriyê ya Topapê dibe, îro dawî yariya xwe li Şamê li hember Tîma Ceremana lîst û bi encama 3 – 0 biser ket.

Bi vê encamê, Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bû qehremana Lîgeya Sûriyê ya sala 2020an.

Lîgaya Sûriyê ya Jinan a Topapê roja 24ê Tebaxa 2019an bi beşdariya 7 tîmên asta yekem destpê kir, ji herêmên Kurdî tenê Tîma Amûda ya Jinan a Topapê tê de başdar bû.

Tîma Amûda ya Jinan hemû yariyên xwe yên Lîgaya Sûriyê, li yarîgehên Şama Paytext lîstibûn.   

S. B