Italya: Ligel Pêşmerge me serkeftinên mezin tomar kirin

Wezîrê Bergirî yê Îtalya ragihand, alîkarî û hemahingiya wan digel Hêzên Pêşmerge berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Îtalya ragihand, alîkarî û hemahingiya wan digel Hêzên Pêşmerge berdewam in.

Lorenzo Guerini got, ew dê li Îraqê bimîn in û nabe rê bidin, ku ew destkeftên salên borî hatine bidestxistin, ji destê wan biçin û tekez kir, mayîna wan li Îraqê giring e.

Di konferansek rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Bergirî yê Amerikayê Mark Esper, Guerini destnîşankir, ku: “Serkeftinên mezin ligel Pêşmerge tomar kirin e”.

Guerini di navbeyna çend mehan de, du caran seredana herêma Kurdistanê kir. Ligel serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê anî ziman, ku piştgiriya Italy abo Pêşmerge dê bidom e.

 

 

 

C.B