Amerika banga agirbestê li Idlibe dike

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê bo Îdlibê banga agirbesteke lezgîn dike û dide zanîn, di seredana James Jeffrey de, çawaniya krîza Sûriyê dê were gotûbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê bo Îdlibê banga agirbesteke lezgîn dike û dide zanîn, di serdana James Jeffrey de, çawaniya krîza Sûriyê dê were gotûbêjkirin.

Balyozxaneyê da xuyakirin, Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey, roja Çarşemiyê seredana Tirkiye dike û bi berpirsên pilebilind ên Tirkiye re dicive. Li gor daxuyaniyê, di rojeva Jeffrey de, lêgerîna çawaniya çareseriya krîza Sûriyê û derfetên hevkariyê hene.

Balyozxaneya Amerîkayê da xuyakirin, kiryarên Rûsya, Îran, Hîzbulah û rejîma Sûriyê li Îdlibê aramiyê têkdidin û bang li aliyan dike, di çarçoveya biryarên Netewên Yekgirtî de demildest agirbest were ragihandin û were hîştin, ku alîkariya mirovî bigihe bi sedan hezar kesên aware bûn e.

 

 

C.B