Li Pirtûkxaneya Schleswig romana “Zêro” hate imzekirin

Li vê navendê kurtexwendinek û imzekirina Romana ''Zêro'' ya helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn bi amadebûna Kurdistaniyên bajar û hin Almanan, şevek xwendina Kurdî û Elmanî ya wê romanê birêve çû

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Pirtûkxaneya bajarê Schleswig  yê Almanya êdî kiltûra Kurdî jî li vê navendê zêde dibe. Li vê navendê kurtexwendinek û imzekirina Romana ''Zêro'' ya helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn bi amadebûna Kurdistaniyên bajar û hin Almanan, şevek xwendina Kurdî û Elmanî ya wê romanê birêve çû

Nivîskarê romanê dibêje, ev yekemîn care pirtûkek Kurdî li vê pirtûkxaneyê tê xwendin û wî xwestiye, di rêya romana xwe de, dengê miletê Kurd bighîne miletê Elman.

Nivîskar Ezîz Xemcivîn anî ziman: “Rêvebera pirtûkxaneya Schleswig û endameke navenda kiltûran ya wî bajarî, kêfxweşiya xwe ji encamdan a çalakiyên girêdayî zimanê Kurdî tîn in ziman û dibêjin, wan şevbuhêrkek serkeftî birêve bir”.

Petra Herzig, Rêvebera Pirtûkxaneya Schleswig got, ku: “Ez wekî, birêvebera Pirtûkxaneya bajêr gelek kêfxweş bûm, bi êvareke serkeftî, ku bi Navenda  Zik Zak re pêk hat û helbestvanek gelek hêja. Zimanê Kurdî gelek xweş bû û werger jî pir xweş bû û muzîkê jî, êvar balkêştir kir. Di vehêsanê de şêranî û vexwarinên xweş hebûn. Êvareke pir xweş bû”.

Sylke Niseen - Endama Navenda Zik Zak, ji alî xwe ve diyarkir: “Ez Sylkê Nissen, ji Navenda Kulturên cîhanî me, li bajarê Schleswig. Em gelek kêfxweş in, ko me û Pirtûkxaneya bajêr êvarek xwendinê bi Helbestvan Ezîz Xemcivîn re lidar xist. Em gelekî serbilind in, o Helbestvanekî mezin li bajarê me dijî. Li vê şevê perçeyek ji Romana wî „Zêro" û helbestek wî bi navê „Penaberino'' digel muzîkê, bi du zimanan hate xwendin. Vê Şevê, xweşiyeke taybet bo me çêkir”.

Ev cara yekem e, li bajarê Schleswig bi şêweyek fermî, li Pirtûkxaneya bajêr şevek xwendinê ya Kurdî-Elmanî tê pêşkêş kirin. Herwiha ev şevbuhêrk bi dengê muzîka muzîkjen Ciwan Îsa û îmzekirina Romanê û dilşadiya beşdarbûyan, bidawî hat .

 

 

C.B