Amerika karwanek din ê serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka karwanek din a alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, Amerîka karwanek din a alîkariyên serbazî ji deriyê Sêmalka yê Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kiriye û ji bo bajarokê Rimêlan hatiye şandin.
Rewangehê belav jî kiriye, ew karwan ji çar zirîpoş û hejmarek barhilgirên tejî kelûpelên serbazî bû.
Herçend Tirkiye her alîkariya serbazî ji alî Amerika ve rojavayê Kurdistanê protesto dike jî, alîkariyê serbazî yên Amerika berdewam in…
C.B