Yekemîn wêneyên li cîhanê hatine girtin hatin pêşandan

Yekemîn rewîtiya wênegirtinê beriya 181 salan ji aliyê gerokên Fransî ve hat destpê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Yekemîn rewîtiya wênegirtinê beriya 181 salan ji aliyê gerokên Fransî ve hat destpê kirin. 10 wênegirên navdar yên tirkiyê jî piştî 181 salan li ser rêya gerokên Fransî dest bi wênegirtinê kirin û wêneyên xwe di pêşangehekê de nîşandan. Di pêşangehê de ji Kahîrê heta Orşelîm û Roma yê wêneyên dîrokî û nû yên van bajaran têne nîşandan.

Li ser yekemîn wêneyê ku li dinyayê hatî girtin re 181 sal derbas bûn. Ev yekemîn wêneyê ku sala 1839 hatî girtin ji bo mirovan jî serdemekê nû da destpêkirin. Herwiha yekemîn rêwîtiya ji bo wêne girtinê jî wê demê destpê kir û gerokên Fransî yên wê demê ji Marsîlyayê dest bi girtina wêneyan kirin û li ser Roma, Santorînî, Kahîre, Orşelîm û Stenbolê re wêneyên cihên dîrokî yên van bajaran girtin. 10 wênegirên navdar yên Tirkiyeyê jî piştî 181 salan li ser heman rêya van gerokan destbi rêwîtiyeka wênegirtinê kirin û wêneyên ku wan girtîn li Stenbolê di pêşangehekê de hatin nîşandan. Wêneyên ku beriya 181 salan hatin girtin û wêneyên di roja me hatîn girtin bi rêya vê pêşangehê hezkiriyên hunerê di dîrokê de dibe nav rêwîtîyekê.

Hinek kesên ku serdana pêşangehê kirîn diyar dikin ji ber ku li vêderê hem wêneyên dîrokî hem jî yên nû tên nîşandan, ew her wekî di dirokê de bikevin nav rêwitiyekê kêfxweş dibin.

Gerok û wênegirên Fransî Frédéric Auguste Antoine Goupil-Fesquet, Horace Vernet û çend gerokên dî sala 1839 ji bendera Marsilyayê destbi rêwitiya wênegirtinê kirin û serdana bi dehan bajarên dîrokî yên rojhilata navîn û Ewropayê kirin. Piştî vê rêwitiyê jî sala 1843 yê Frederic Auguste Fesquet serpêhatiyên xwe di pirtuka bi navê (Voyage d'Horace Vernet en Orient) ''Rêwitiya Horace Vernet ya bo Rojhilatê ''de weşand.Di vê pêşangehê de jî hem ew pirtûk hem jî wêneyên wê demê tên nîşandan.