Bo bîranîna Da Vîncî li Stenbolê pêşangehek vekirin

Da Vîncî ji zanistê heta anatomî û hunerê gelek xebat kirin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li ser wefata behremendê navdar yê dinyayê Leonardo Da Vîncî re 500 sal derbas bûn. Gelek hunermendên navdar yên Tirkiyê jî ji bo bîranîna Leonardo Da Vîncî li Stenbolê pêşangehek vekirin. Di vê pêşangehê de her hunermendekê bi şêwaza xwe parçeyek ji berhemên Da Vîncî di nav berhemên xwe de bicih kirin û xwestin bî vî awayî Da vîncî bibîr bînin.

Wênesaz, endezyar û peykertiraşê navdar yê dinyayê Leonardo Da Vincî bi berhem û zîrekiya xwe piştî 500 salan hê jî bandoreke mezin li ser mirovan dike. Li gelek welatan jî ji bo bîranîna vê behremendê mezin gelek çalaki têne rêvebirin. Gelek wênesazên navdar yên tirkiyeyê jî di 500 saliya wefata Leonardo Da Vîncî de serdana Fransayê bajarê Amboîsê (Amboas) yê ku Leonardo Da Vîncî jiyana xwe ji dest dayî kirin.Ev wênesazên tirk li mala Da Vîncî û li cihên ku Da Vîncî berhemên xwe çêkirîn geriyan û xwestin jiyana vî hunermendê mezin hîs bikin. Piştî vegera vê serdanê jî van wênesazan ji bo bîranîna Leonardo Da Vîncî li stenbolê pêşangehek vekirin.

Wênesaz Devrîm Erbîl ji K24ê re got: ''Dema ez navê Leonardo dibihîsim heyecanek dikeve nav beden amin.Çimko hemû berhemên vî hunermendê mezin li ber çavên min derbas dibin.Leonardo belkî zêde berhem çênekirin lê wî li ser fezayê heta mirov û makîneyan li ser her tiştan lêkolîn û ceribandinên gelekî giring kirin û tiştên wî demî nehatiyan bîra kesê difikirî û çêdikir. Lewma heta îro jî fikr û berhemên wî behremendê mezin rê nîşanî me didin.''

Di vê pêşangehê de her wênesazekê bi şêwaza xwe dinav tabloyên xwe de parçeyek ji berhemên Da Vîncî nîşandan. Dinav van berheman de ji tabloya navdar ya Davîncî ''Xwarina şeva paşiyê'' bigirin heta Mona Lîsa û projeyên bîrkariya Da Vîncî gelek tişt hat nîşandan.

Wênesaz Bedrî Baykam dibêje: ''Ti kes bi hêsan nikare bibe efsane û piştî 500 salan jî bikare bandorê li ser mirovan bike û wan bihêle nav meraqê de. Gelek kêm mirovên wisa hatîne ser dinê ku bikarin hem li ser gelek warên zanistê û hem jî li ser gelek hunerê bi vî awayî serkeftî bixebiti. Leonardo bi rêya xebatên xwe hem zanist pêşvebir hem jî dinav hunerê zanist bicih û bi pêş ve bir.''

Behremendê mezin Leonardo Da Vîncî sala 1452 yê li gundê Vîncî yê Toskanaya Îtalyayê tê dinê û yekem berhema xwe di 21 saliya xwe de çêdike. Tê gotin rengînîya xweza û axa herêma Toscanayê mereqa Da vîncî daye destpêkirin û wî ji projeyên çêkirina tank, çek, makîneyên avê heta balefir ,helîcopter, bisîklet û gelek tiştên ku em niha di jiyana xwe de bikar tînin wê demê çêkirîbûn. Ji ber vê zîrekiyê jî îro jî Da Vîncî wek zanist,hunermend, Mucît û filozof tê binavkirin.