SANA: Firokeyek bêfirokevan a Tirkiye hate xistin

Ajansa fermî ya Sûriye SANA ragihand, ku li gundê Tilnar li devera Idlibê firokeyek bêfirokevan a Tirkiye hatiye xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Sûriye SANA ragihand, ku li gundê Tilnar li devera Idlibê firokeyek bêfirokevan a Tirkiye hatiye xistin.

Herçend di navbeyna Enqere û Moskow de giftûgo liser rewşa Idlibê û kêmkirina aloziyan tên kirin, jî liser erdê pevçûn, şer û alozî di navbeyna Hêzên Sûriye bi alîkariya Rûsya û Artêşa Tirkiye û grûpên çakdar ên bi ser ve her berdewam e.

Duhî Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî û ajansên nêzîkî rejîma Şamê ragihandibûn, ku di êrîşekê de bi ser xalek Tirkiye 13 kuştî û brîndarên Tirk hebûne. Medya Tirkiye qet ev yek nekir mijar û nûçe.

Îro jî SANA ragihand, firokeyek bêfirokevan a Tirkiye hatiye xistin. Lê, di medya Tirkiye de liser vê yekê tu agahdarî nayên dan. SANA herweha wêneyên firokeyê jî belav kirin.

 

 

 

C.B