Kremlin: Di rojeva Putin de, hevdîtin di 5ê mehê de ligel Erdogan nîn e!

Peskov diyarkir, ku: “Heta niha tu hevdîtin ligel Erdogan di 5ê mehê de nehatiye plan kirin. Karên din ên Serok Putin 5ê mehê hene”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di daxûyaniyekê de, duhî ragihandibû, ku liser mijara Idlib bi egerek mezin hevdîtinek wî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Stenbolê pêk tê.

Di Kongreyek rojnamevanî ya Peyvdarê Kremlinê Dmitry Peskov de, pirsa hevdîtinê di navbeyna Putin-Erdogan de, di 5ê mehê de hate pirsîn.

Peskov diyarkir, ku: “Heta niha tu hevdîtin ligel Erdogan di 5ê mehê de nehatiye plan kirin. Karên din ên Serok Putin 5ê mehê hene”.

Peyvdarê Kremlinê herweja anî ziman, ku hevdîtinên şandan liser pirsgîrekên berdewam in.

 

 

C.B