Esed ji bo rêkeftinê spasiya Putin kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî rêkeftina ligel Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan pêwendiyek telefonî ligel Serokê Sûriye Beşar Esed pêkaniye. Herweha agahdarî û zanyarî liser rêkeftinê dan e Esed.
Ligor daxûyaniya ji Koşka Kremlinê ve hatî dayîn, Putin ligel Esed pêwendiya telefonî encam da ye.
Putin liser rêkeftina ligel Erdogan duhî li Moskow kirî zanyarî dan e Esed. Herweha hurgiliyên rêkeftinê ji Serokê Sûriye re eşkere kirin e.
Esed naveroka rêkeftinê gelek erênî nirxandiye û jiber piştgiriya Rûsya di hemû waran de, taybet di şerê dijî terorê de, serweriya yekparçeyiya xaka Sûriye û naskirina rewabûn a desthilata Sûriye, spasiyên xwe arasteyî Putin kirin e.
C.B