Xêro Ebbas li Stenbolê konserek pêşkêş kir

Hunermendê navdar ê Kurd Xêro Ebbas li Stenbolê konserek lidarxist. Kurdên Stenbolê, eleqeyek gelek baş nîşanî vê konserê dan. Di konserê de Xêro Ebbas ragihand, Kurd her dem eleqeyek baş nîşanî hunermendên xwe didin. Ev jî kêfxweşiyeke mezin dide wan û hewl didin, xebatên baştir bikin.

K24- Stanbol

Hunermendê navdar ê Kurd Xêro Ebbas li Stenbolê konserek lidarxist. Kurdên Stenbolê,  eleqeyek gelek baş nîşanî vê konserê dan. Di konserê de Xêro Ebbas ragihand, Kurd her dem eleqeyek baş nîşanî hunermendên xwe didin. Ev jî kêfxweşiyeke mezin dide wan û hewl didin, xebatên baştir bikin.

Hunermendê navdar yê Kurd Xêro Ebbas piştî demeke dirêj li stenbolê bi konsereke taybet hat pêşberî hezkiriyên xwe. Li cihê konserê ji biçûk û mezinan Kurdên stenbolê eleqeyeke gelek baş nîşandan. Ji ber vê eleqeya baş jî Xêro Ebbas spasiya Kurdên Stenbolê kir û ragihand milletê Kurd ji êş û xemgîniyan gelekî westiyane ji ber wê tîn û birçîyên çalakiyên kêfxweşiyê ne.Xero Ebbas herwiha diyar jî kir li gel hemû astengî û zehmetiyan Kurd moralên xwe xera nakin û herdem eleqeyeke baş nîşanî hûner û hunermendên xwe didin.

Xêro Ebbas-Hunermend- got: Kurdên me yên stenbolê û Kurdên me yên her cihî bi rastî ji bo meseleya huner û hunermendê xwe gelekî bi moral û kêfxweş in.hunermendê me yên Kurd bi meseleya partiyan ve gelekî girêdayîne ,partî konseran çêbikin çêdibe ,partî çênekin çênabe.Ev tişt wexteki dûr û dirêje berdewam dike.Ji ber wê jî miletê me hem li bakur hem jî li başûr muhtacî konseran e,dixwazin nefeseka bi kêyf bikşînin.Mê jî nih destpê kiriye ka em bibinin dê çawe çêbe.

Di konserê de Xêro Ebbas li ser rewşa mûzîka Kurdî jî ragihand ji ber ku Kurd ne dewletîn pêşketina mûzîka Kurdî jî gelekî hêdîk pêşdikeve lê li gel vê yekê ew hêzeke mezin ji guhdarên xwe dîstinin û dema ku ew dîbînin guhdar kêfxweş dibin ew jî bi kêfxweşiyeke mezintir xebata xwe berdewam dikin.

Xêro Ebbas-Hunermend- got:''Bi xwedê em hemû kêfxweş in ,ez jî bi wan re kêfxweş im .Te dît mirov dibin bandora atmosfera guhdaran de dîmîne ,di bin atmosfera komê de dîmîne.ji ber ku em ne xwedî dewlet in,rewşa mûzîka Kurdî jî girêdayî vê yekê ye. ji ber wê jî mûzîka Kurdî gelekî hêdî dimeşe ,yanî wek meşa reqê dimeşe.Hêvîdarim ev şerê li ser serê Kurdan bi dawî bê ,problem hemû ji

ber vê yekê ye .Yanî şerek li kû çêbe tê li sere Kurdan diteqe.Hêvîdarim aştiyek çêbe .Ez bawerim hunera Kurdî dê bimeşe û em jî dê bi awayeke baş vî karî xwe berdewam bikin.''

Di konsere de Xêro Ebbas li ser rola hunermendan ya li ser nêzîkkirina aliyên Kurdî jî ragihand dema ku partiyên Kurdî nêzîkî hevdu bibin hunermend jî dê bi awayeke baştir bikarin tişta bikeve ser milê xwe pêkbînin.Xero Ebbas da zanîn jî ji bo pêşketina mûzîka Kurdî pêwîste êdî saziyên bêalî yên Kurdan zêdetir konseran lidarbixin da ku hem civaka Kurdan nêzîkî hevdû bibe hem jî ev çanda dewlemend geştir bibe.