Dmitry Peskov: Korona hatiye nav Kremlinê jî

Peyvdarê Kremlinê Dmitry Peskov di konferansa xwe ya rojnamevanî de diyarkir, ku: “Ligel kesek di nav Kremlinê de tûşbûna Vayrosa Korona hatiye eşkere kirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Kremlinê Dmitry Peskov di konferansa xwe ya rojnamevanî de diyarkir, ku: “Ligel kesek di nav Kremlinê de tûşbûna Vayrosa Korona hatiye eşkere kirin”. Peskov, nav û erkê karmendê Kremlinê diyar nekir.

Peskov got, ku kesê bi vayrosê ketiye pêwendiyek yekrast ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nîn e. Heta niha tenê ketina yek kesî bi vayrosê hatiye eşkere kirin, liser zêdeyên yek kesî ew bi xwe ne xwedî agahdariyê ye.

Peyvdarê Kremlinê herweha anî ziman, ku: “Her kesê di helkeftên Putin de cîh digre, tê pişkinîn kirin û Serokê Rûsyayê di xweparastina Vayrosê de jî, gelek agahdar ê xwe ye”.

 

 

C.B