Paşmayên xanên ajelan li nava Qamişlo tên avêtin

Xelkê taxên rojhilatê Qamilşo gazinan ji hebûna xanên ajelan li nava taxê û dikin.

K24 – Qamişlo

Xelkê taxên rojhilatê Qamişlo gazinan ji hebûna xanên ajelan û kombûna gemar û paşmayên wan xanan li nava taxê dikin û dixwaz dikin ku ew xan û gemar nava ji taxê werin rakirin,  ji ber ku ev gemar nexweşiyê bi xwe re tîne, bi taybet werza Havînê jî nêzîk bûye.

Li nava taxa Cimayê ji bilî kombûna gemar û paşmayên xanan li ser rê û li nava kolanan, ava gemar jî kom dibe û diherike, xelkê Taxê gazinan dikin û dibêjin, xwediyên xanan zibil û ajalên mirî jî davêjin kolanên taxê, rewşa wan di Havîn û Zivistanan de xirap e.

Li gor xelkê taxa Cimayê, wan çendîn car in ji Rêveberiya Xweser daxwaz kirine ku vê pirsgirêkê çareser bikin, lê wan ti bersiv wernegirtine.