Tanrikulu: Divê pênaseya terorê bê sererastkirin

Di çarçoveya bergirîyên li dijî vayrosa coronayê da li Tirkiyeyê rewşa girtî û girtîgehan di rojevê da ye.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Di çarçoveya bergirîyên li dijî vayrosa coronayê da li Tirkiyeyê rewşa girtî û girtîgehan di rojevê da ye. Hikûmeta Ak Partîyê ku projeyasaya vererastkirina înfazê amade kirîye, ji ber ku ev pakêt girtîyên sîyasî lixwe nagre, ji alîyê partîyên mixalefetê ve tê rexnekirin. Di serî da HDP, CHP û sazîyên mafên mirovan daxwaza azadkirina hemû girtîyên nexweş, girtîyên sîyasî, rojnameger û nivîskaran dikin.

Di çarçoveya tedbîrên li dijî vayrosa coronayê da li Tirkiyeyê yek ji mijarên ku di rojevê da bi germî tê nîqaşkirin rewşa girtî û girtîgehan e. Li gorî daxuyanîya 13ê Nîsanê ya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhemîd Gul heta niha li girtîgehan 3 girtî ji ber vîrusa coronayê canê xwe ji dest daye û 17 girtî jî bi vê nexweşînê ketine. Girêdayî vê babetê li parlamentoya Tirkiyeyê beşa ewil ya pakêta vererastkirina înfazê ku ji 53 xalan pêk tê hate pesendkirin û 17 xalên din jî hêj tê nirxandin. Projeyasaya ku ji 70 xalan pêk tê û girtîyên sîyasî lixwe nagire, ger bê pesendkirin wê di encamê da 90 hezar girtîyên ji sûcên cuda bêne berdan.

Di serî da HDP û CHP, hemû partîyên mixalîf û sazîyên civakî bi sedema ku ev pakêt cudahî dixe navbera girtîyan li dijî vê vererastkirinê derdikevin û daxwaz dikin ku di serî da hemû girtîyên nexweş, girtîyên sîyasî, rojnameger û nivîskar bêne azadkirin.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu ji K24ê re got: “Mixabin di pakêta înfazê da, sîyasetmedar, rojnameger, girtîyên nexweş, kesên temendirêj, kesên bi KHKyî û xwendekarên dibistana herbê ku girtî ne lixwe nagre û derveyî vê pakêtê ne. Daxwaza me ev e ku di navbera girtîyan da firq û cudahî neyê kirin. Lê belê AKP û MHP vê yekê pêk naynin. Alîyê din, pênaseya terorê pir fireh e û hemwelatîyên ku çek negirtine destê xwe jî wek tawanbarê terorê tê dîtin û li girtîgehan in. Divê ev yek bê sererastkirin.”

Li gorî raporta Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê, li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 1560 girtîyên nexweş hene û ji wan rewşa 560 heban xwedî nexweşînên kronik û giran in. Hevserokê ÎHDê Oztgurk Turkdogan ji hikûmetê daxwaz dike ku ew vê projeyasaya sererast bikin û berfirehtir bikin.

Hevserokê ÎHDê Ozturk Turkdogan got: “Divê hikûmet bi awayeke micid guh bide daxuyanîya wezîrê dadê. Lewra talûkeya herî mezin li girtîgehan e. Gelek sîyasetmedar û xelkê sivîl ji ber yasaya têkoşîna li dijî terorî girtî ne û ev yasa wan nahebîne. Divê ev vererastkirin bê berfirehkirin û ew jî bêne azadkirin. Ez bang li hikûmeta Ak Partîyê dikim, hêj wext heye bila vê xetayê sererast bikin.”

Pakêta sererastkirina înfazê ku ji alîyê Ak Partîyê ve hatîye amadekirin û tê çaverêkirin ku zêdetirî 90 hezar kes ji girtîgehan bên azadkirin, sûcên wek, teror, madeyên hişbir, kuştina bi qest, tundutûjiya li hember jinê û destdirêjiya seksî, ne tê da ye. Her wiha cezayê wan kesên ku ji bilî van sûcan di girtîgehan de ne, wê bi nîvî bê kêmkirin.