Jinên ji Dêrikê maskan dirust dikin

Hejmarek ji jinên bajarê Dêrikê ji bo peydakirina pêwîstiya deverê ji maskan, rojane 6 demijmêran kar dikin.

K24 – Qamişlo

Hejmarek ji jinên bajarê Dêrikê ji bo peydakirina pêwîstiya deverê ji maskan, rojane 6 demijmêran kar dikin. Jinên ku bê beramber kar dikin dibêjin, armanca wan ku xelkên deverê ji korona parastî bimînin.

Giringiya karê Nûhan Îbrahîm ji karê pizîşkan di vê demê de ne kêmtir e, loma rojane ji sibehê ve berê xwe dide kargehê. Tevî ku hemû tedbîrên parastina kesayetiya xwe ji lixwekirina mask û lepikan wergirtiye, lê pakirin jî gaveke pêwîst e beriya ku dest bi kar bike. Nûhat yan jî metê wek ku hevalên wê nav lê dikin, ji heyama salekê ve nexweşa penceşêrê ye, lê nexweşiya wê nebûye astangî li pêş karê wê di vê kargeha çêkirina maskên parastinê ji vayrosa Korona.

Ji ber pêwîstiya deverê bi maskan, Nûhat û ligel 9 hevalên xwe ji heyama heftiyekê ve dest bi çêkirina maskan kirine û rojane nêzî 500 maskî çêdikin, da ku pêwîstiya deverê peyda bikin. Piştî bidawîbûna kar, ev mask dê werin şandin ji bo Heyva Sor a Kurd, ta ku werin taqîmkirin beriya ku li ser xelkê belav bibin.

Ji demjimêr 8 sibehê ve, ev jin berê xwe didin kargehê û li ser dirêjahiya 6 demjmêran rojane kar dikin. Jinên ku bê beramber kar dikin dibêjin, armanca wan ku xelkên deverê ji Korona parastî bimînin.