Desteya Tenduristiyê 4 nexweşxaneyên Qamişlo digire

Desteya Tendirustiyê biryar da ku 4 nexweşxane li bajarê Qamişlo werin girtin, xwediyên wan nexweşxaneyan dibînin ku biryara girtinê şaş e.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Desteya Tendirustiyê biryar da ku 4 nexweşxane li bajarê Qamişlo werin girtin, xwediyên wan nexweşxaneyan dibînin ku biryara girtinê şaş e û nabe nexweşxaneyên wan werin girtin. Desteya Tendirustiyê jî diyar dike ku nexweşxane pabendî biryaran nabin.

Bi biryarekê ji Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê, 4 nexweşxane li bajarê Qamişlo hatin girtin, rêvebirên van nexweşxaneyan dibêjin, sedema girtinê ji ber wê yekê hatiye, wan pêşwazî li nexweşeyekî nekirine, ku gûmana vîrusa Korona pê re hebû û divê ew ji bo navendên kerentîkirinê bihata veguhastin, ji ber ku li nexweşxaneyên wan gelek nexweş hene û metirsî nexweşên din jî vîrusê ji wê vegirin.

Rêvebirê di nexweşxaneya Rihmê de Dr. Mihemed Mustefa ji K24ê re got: “Nexweşekî bi vîrusa Korona li van nexweşxaneyan geriya, lê nexweşxaneyan pêşwazî li wî nekirine. Ji mafê nexweşxaneyan e ku pêşwazî li nexweşên Korona nekin, ji bo nexweşên din jî bi wê Korona nekevin.”

Rêvebirê di nexweşxaneya Ferman de Iyad Ebdulkerîm got: “Me pêşwazî li wê haletê nekir, ji ber ku metirsiyê li ser nexweşiyên din çê dike. Herwiha metirsiyê li tîma bijîşkî jî çê dike. Divê cihê kerentînê bi temamî parastî be û nabe odeyek yan beşek ji nexweşxaneyê ji kerentîkirinê re bê terxankirin”.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re diyar kir, wan hemû nexweşxaneyên taybet agahdarkirine, ku pêwîst e di her nexweşxaneyekê de odeyeke kerentîkirinê hebe, lê ew nexweşxane pabendî vê biryarê nebûne. Herwiha dibêje jî, gelek nexweşxane bi şevê pêşwazî li nexweşan nakin, ev jî sedema girtina wan nexweşxaneyan e.

Girtina van nexweşxaneyan, qerebalixiyê li pêş nexweşxaneyên din çê dike, ku niha li ber deriyê her nexweşxaneyekê bi dehan welatî hene. Li bajarê Qamişlo 10 nexweşxaneyên taybet hene, 5 ji wan li çarkoşeya ewlehiyê ne û gelek kes nikare derbasî wê navçeyê bibe, 5 jî li derveyî çarkoşeya ewlehiyê ne, 4 ji wan nexweşxaneyan jî bo heyama 4 rojan dê werin girtin.