Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji nirxê genim ne razî ne

Desteya Abûrî û Çandiniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve nirxê yek kîlo genim 225 Lîyreyên Sûrî destnîşan kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Abûrî û Çandiniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve nirxê yek kîlo genim 225 Lîyreyên Sûrî destnîşan kiriye. Wek salên din jî cotkar dibêjin, dadwerî di vî nirxî de nîne û gelekî erzan e, cotkarek ji K24 re dibêje, bi vî nirxî ew xerciyên xwe dernaxin û dê rastî zirareke mezin bên.

Cotkar Seyseban Mecîd ji K24ê re got: Nirxê genim gelekî erzan hatiye destnîşankirin, ji ber ku Dolar li hember Lîreya Sûrî gelekî buha bûye û herwiha sotemenî û xerciya çandiniyê jî gelekî buha bûye. Wiha îsal îdare nabe, divê nirxê genim bê buhakirin, pêwîst e îsal nirxê kîloya genim ne kêmtirî 400 Lîreyên Sûrî be.

Desteya Çandiniyê dide zanîn, wan bi berdewamî civîn bi cotkaran re kirine û li ser daxwazên wan nirxê genim destnîşan kirine. Herwiha da zanîn, wan hemû cotkarên ku sala bûrî genimên wan şewitîbûn jî qerebû kirine.

Serokê Desteya Çandiniyê Selman Barûdo ji K24ê re diyar kir, ew genimê ji bo tov û ard dikirin, bi buhayeke erzantir difiroşin welatiyan. Wan tenê semad bi Dolar dan cotkaran.

Sala bûrî bi hezaran Hiktar ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê şewitîn. Desteya Çandiniyê jî dide zanîn, ji bo egera vêketina agir bi geniman, wan îsal 60 agurkuj dabîn kirin û herwiha dê rêbendan jî li ser riyan deynin. Heriwha divê bi her patozekê re jî agirkujek hebe.